26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

2 hemerên pir çekdar jinav birin..Dixwestin êrişî Pêşmerge bikin

Çavkanî: KDP.info

Askê Mûsilê-KDP.info- Berpirsê ragihandina Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, bi hevahengiya hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, balafirên şer ên hevpeyvaniya navdewletî 2 hemerên pir çekdarên DAIŞê jinav birin, ku dixwestin êrişî Hêzên Pêşmerge bikin û tevahiya çekdarên wan hatin kuştin.

Muqedem Dilşad Mewlud, Berpirsê Ragihandina Fermandareya Pêşmergeyên Zêrevanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi hevahengiya hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, balafiran îro danê êvarî saet 6:20, 2 hemerên pir çekdarên DAIŞê kirin armanca xwe, ku dixwestin êrişî Hêzên Pêşmerge bikin û tevahiya çekdarên wan kuştin.”

Dilşad Mewlud wiha got: “Ew herdu hemerên çekdarên terorîstên DAIŞê di navbera gundên Ebtêşe û Mihelebiyê ku dikevin hember dûriyana Askê Mûsilê – Keskê kirin armanca xwe, ku dixwestin kiryarên terorîsî û êrişî Pêşmerge bikin.”
 

Nûçeyên têkildar