25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî civîneke girîng ligel partiyên siyasî lidar dixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicive. Di wê civînê de wê Barzanî encama serdana xwe bo Amerîka û Ewropayê ji wan re eşkere bike.

Berdevkê Polîtburoya Tevgera Îslamî, Ebdullah Wertî ji malpera KDP.info re tekez kir ku, sibe Serok Barzanî wê ligel partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive û da zanîn ku, ji aliyê partiya wî Rêberê Giştî Îrfan Elî Ebdulezîz wê tevlî civînê bibe.

Derbarê naveroka civînê, Ebdullah Wertî wiha got: “Bi giştî civîn bo gotûbêjkirina pirseke girîng mîna pêşeroja Kurdistanê û şerê girtina Mûsilê de. Herwiha nakojiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Wertî wiha domand: “Ev civîn dibe sedemek bo parastina yekrêziya niştimanî û neteweyî.”

Serok Barzanî roja 3yê vê mehê çû Amerîka û 5ê mehê ligel Serokê Amerîka Barack Obama ûcîgirê wî Joe Biden civiya.

Piştî civînê jî ragihand ku, civîna wan pir serkeftî bû. Barzanî 7 rojan li Amerîka ma û li wir di çend civînan de amade bû. Piştre serdana Ewropayê kir û çû welatê Mecaristan û Komara Çekê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê, Belên Ebdullah ji malpera KDP.info re ragihand: “Derfeteke dîrokî ji gelê kurd re hatiye, ew jî pirsa serxwebûnê ye, lewma emê di civîna sibe ligel Serok Barzanî de wê pirsê gotûbêj bikin.”

 

Nûçeyên têkildar