26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gaz Prom dê veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Michael Bogdanov ragihand ku, pilanên wan hene ku veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da ku Rûsya amade ye pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe.

Îro danê êvarî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Michael Bogdanov û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan tekez li ser pêwendiyên dîrokî di navbera herdu gelên kurd û Rûsya de kir û daxwaz kir ku pêwendiyên wan bi taybetî di warê aborî û kiltûrî de zêdetir pêş bikevin .

Piştre Serokê şirketa Gaz Prom kurteyek derbarê kar û çalakiyên şirketa xwe li Herêma Kurdistanê kir. Herwiha tekez kir ku , pilanên wan hene ku veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da ku Rûsya amade ye pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe.

 

Nûçeyên têkildar