25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rûsya pesnê Pêşmerge dide..Dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan pesnê Pêşmerge da û dawaz kir ku pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêşve bixe.

Îro li Hewlêrê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Michael Bogdanov û heyeteke pê re kir ku ji berêveberê kompaniya gazprom û Cîgirê wezîrê enerjî yê Rûsya û Konsulusên vê welatî yên li Hewlêr û Bexdayê û herwiha hijmareke berpirsên siyasî û abûrî û Akademîsiyenên Rûsî pêk hatibû, kir.

Di hevdîtinê de Michael Bogdanov silavên taybet yên Serokê Rûsyayê Viladimir Putin gehande Serokê Kurdistanê û pesnên rola hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û herwiha parastina aramiya deverê jî kir.

Heyeta Rûsî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa armanca serdana xwe ya bo Kurdistanê kir û eşkere kir ku ew serdana han serdaneke siyasî, abûrî û çandiye û mebest ji serdana han jî bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera her du aliyan deye.

Michael Bogdanov di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku peywendiyên dîrokî di navbera gelên Rûsya û Kurdistanê de hene û Rojhilatnasên Rûsî jî karîne arşîveke bêhempa derbarê Kurdistanê de amade bikin û berhemên xwe bi navê nîştimana efsaneyan pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurd dikin.

Heyet herwiha tekez li ser vê yekê kir ku Rûsya amadeye di warê abûrî, petrol, çand û perwerdehî de hevkariya Kurdistanê bike.

Li hember de jî Serok Barzanî bixêrhatina heyeta mêwan kir û spasiya Akademiya zanayên Rûsî kir ku karîne dîroka gelê Kurd arşîv bikin û biparêzin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de piştgîriya xwe bo bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Rûsiyayê de diyar kir û balkêşande ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Rûsyayê de û tekez li ser berdewam kirina dostatiya navbera gelê Kurd û Rûsyayê kir.

Her di civînê de behsa êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser dever û cîhanê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DIŞIê û rewşa siyasiya deverê û Sûriyayê jî hate kirin.

Weke tê zanîn îro Serokê Kurdistanê piştî civîna han serdana ew pîşengeha wêneyan kir yaku ji aliyê kompaniya gazproma Rûsî ve derbarê dîroka gelê Kurd de hatibû organîzekirin.

 

Nûçeyên têkildar