Serokê Zanîngeha Kerkûkê divê kurd be

Kerkûk-KDP.info- Birîkarê Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê dibêje, kursiyê serokê Zanîngeha Kerkûkê ji mafê kurdan e, û dibê kesekî pspor û zane be.
Selam Xoşnaw, Birîkarê Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê ku niha serperiştiya Zanîngeha Kerkûkê dike ji malpera KDP.info re ragihand: “Dê li Bexdayê komîteyek pêk were û kesekî pspor ji nav berbijêran bo wî kursî hilbijêre.”
Xoşnaw wiha got: “Li cem me ya herî girîng dive ew kes pspor, zane û akadîmisyen be, ne girîng e ku ser bi çi partiyê ve ye, lê dive kurd be.”




