25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ şipirze bûye..Çend navendên wan hatine têkbirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê ragihandina Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hejmarek navendên DAIŞê borduman kirine, ku hejmarek terorîstên wan kuştine.

Muqedem Dilşad Mewlud, Berpirsê ragihandina Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi hevahengî ligel hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, îro saet 7:30 êvarê, balafiran hejmarek navendên DAIŞê li gundê Teşt ku dikeve hember duriyana Keskê-Teleferê bombebaran kirin û hejmarek terorîstên wan kuştin.”

Mewlud wiha got: “Li gorî agahiyên destpêkê, çekdarên DAIŞê şipirze bûne û balafirên şer derbeyên mezin li wan dan û gellek ziyanên madî gehandin wan.”

Berpirsê ragihandina Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî wiha domand: “Bombebarana îro ya balafiran li ser bingeha agahiyên hewalgîrî yên Hêzên Zêrevanî bûn, ki bi mebesta jinavbirina navendên DAIŞê li sînorê Keskê-Telefer hatin pêkanîn.”

 
 

Nûçeyên têkildar