26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştevaniya navdewletî bo Kurdistanê peyameke bo Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Parlamanterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ew alîkarî û piştevaniya niha ya navdewletî bo Herêma Kurdistanê peyameke bo Bexdayê û hêvîdar in ku ew fam bike.

Şiwan Şêx Ehmed, Parlamenterê PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger ev rewşa niha ya Iraqê neyê çareserkirin û Kurdistan hemû mafên xwe wernegire û budceya xwe jî wernegire, li gorî biryara hejmare 5 ya sala 2013 ya Parlamentoya Kurdistanê, hemû desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku serxwebûna petrolê rabighîne û çavkaniya pêdviyên xwe bibîne.”

Şêx Ehmed wiha got: “Em hêvî dikin ku ligel Bexdayê bigihên rêkeftinekê, lê eger em negihên encamekê û ew jî berdewam bin li ser vê helwestêm û birrîna qutê xelkê Kurdistanê, wê demê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi xwe petrola xwe bifroşe û mûçeyê fermanbarên xwe peyda bike.”

Wî parlamenterê Kurdistanê wiah domand: “Ew alîkarî û piştevaniya niha ya navdewletî bo Herêma Kurdistanê peyameke bo Bexdayê û hêvîdar in ku ew fam bike.”

Nûçeyên têkildar