26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dadgeha Misrê fermana îdama Mûrsî da

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Serokê berê yê Misirê û endamê rêxistina Îxwan Mislimîn, Mihemed Mûrsî bi tohmeta ku fermana êrişa li dijî girtîgehekê daye û komek girtî daye revandin, bi cezayê mirinê hat mehkûmkirin.

Dadgeha Tawanan ya Qahîreyê îro, Serokê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî, ku ji aliyê artêşa wî welatî ve li ser kar hatibû dûrxistin, bi îdamê mehkûm kir.

Mûrsî bi tohmeta ku sala 2011ê fermana êrişa li dijî girtîgehekê daye û komek girtî daye revandin, bi vî cezayî hatiye mehkûmkirin. Di wê bûyerê de komek endamên Îxwanê û Mûrsî ji girtîgehê reviyabûn.

Lê li gorî qanûnên Misrê, beriya ku biryara dadgehê were bicîhanîn divê Muftiyê Misrê li ser wê fermana dadgehê nêrîna xwe eşkere bike.

Jibilî Mûrsî, 105 tohmetbarên din jî ku hinek ji wan endamên Îxwanê ne û hinek ji wan jî endamên Hemasa Filistînê ne, bi îdamê hatine mehkûmkirin.

Mûrsî beriya niha jî bi tohmeta ku fermana girtin û êşkencekirina neyarên xwe daye, bi 20 sal zîndan hatibû mehkûmkirin. 

Nûçeyên têkildar