Gellek çekdarên DAIŞê hatin kuştin..Agir bi ser wan de barî

Xazir-KDP.info-Fermandarekî pêşmerge li eniya Xazirê ragihand ku, îro zêdetirî saetekê balafirên şer li çeper û navendên DAIŞê dan, ku agir bi ser wan de barîn û 11 terorîstên wan kuştin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê, Muqedem Cadir Silêman, ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro bo saetekê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navend û çeperên DAIŞê li eniya me dan, û di encama wê agirbarînê de 11 çekdarên wan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.”
Muqedem Cadir Silêman wiha got: “Ev demek e ku tevgera DAIŞê li eniya me pir lawaz bûye, her ku sere xwe derdixin em li wan didin. Rojane paşve dikişin û newêrin ji tirsa Pêşmerge êriş bikin.”




