Serok Barzanî hatina Îsra û Mîracê li misilmanan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de hatina Îsra û Mîracê li misilmanan pîroz kir.
Ev tekesta wê peyamê ye:
Bi nave xwedayê mezin û dilovan
(Subhanellezî îsra beabdelîlle minel mescîdil heram îlel mesîdil eqsa ellezî barikna hule nuriye min ayetîne îne hulsemîal basîr)
Sadaqallahil azîm
Bi helkefta hatina salvegera pir bi rûmeta Îsra û Mî'raca pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (S.X.L), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî misilmanên cîhan, Iraq bi giştî û Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim aştî û pêkvejiyan ku peyama rasteqîneya ola pîroza Îslame cihê tundutîjî û nexweşiyan bigrê û hemû salê ev bîranîn bi xêr û xweşî be û Kurdistan jî herdem avadan û pêşketî be.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27ê Receba 1436ê Koçî
16ê Gulana 2015ê Zayînî




