Obama sedema êrîşnekirina ser rêjîma Esed aşkere dike

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîka radighîne ku, welatê wî bi rokêtan êrîşê nekire ser “Beşar Esed” di sala 2013an de, ji ber ku hikûmeta wî “dest” ji cebilxaneyên xwe yên çekên kîmyayî berda.
Serokê Amerîka Barack Obama di daxyaniykê bo televîzona Alarabiya de, piştî bidawîhatina civîna ligel serkirdeyên welatên Kendava Erebî balikşande ser krîza Sûriyê û ew bi “şerekî gelerî (navxweyî)” bi nav kir û got jî ku, Amerîka “niarîbû” wî şerî ragire.
Obama di daxuyaniya xwe de diyar kir jî ku, wî bi aşkereyî ji welatên Kendava Erebî re gotiye ku, “di dawiyê de” Amerîka “nikare” di van pirsan de kar bike, eger ne “bi rêya” welatên erebî be.
Barack Obama baldikşîne ser sedema êrîşnekirina ser rêjîma Sûriyê û dibêje “Ji ber ku hikûmetê dest ji cebilxaneya xwe ya kîmyayî berda” ew jî piştî rêkeftinekê di navbera Rûsya û Amerîkayê de, ku rejîma Sûriyê neçarî destberdan ji çekên xwe yên kîmyayî kirin.
23ê Tebaxa sala 2013an, piştî êrîşkirina bi çekên kîmyayî li ser navçeya Xuteya Rojhilat a Şamê, hikûmeta Sûriyê bi encamdana wê êrîşa ku bi hezaran kes kire qurbanî hat gunehbarkirin, Amerîka jî biryar da ku ew dê bi rokêtan êrîşê rêjîma Sûriyê bike, lê dawiyê ji wê gefa xwe vegeriya.




