26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hejmarek qenasên DAIŞê û kombûneke wan hatin jinavbirin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info-Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî di operasyoneke leşkerî de hejmareke qenasên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî kombûneke çekdarên DAIŞê kirin armanca xwe û hemû beşdarbûyên kombûnê hatin kuştin.

Berpirsê Ragihandina Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî, Muqedem Dilşad Mewlud ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî di operasyoneke leşkerî de hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî ji bilindahiya Baduşê hejmarek navendên terorîstên DAIŞê agirbaran kirin, ku qenasên DAIŞê li wir bûn, lê bi dilxweşî hemû ew terorîst hatin kuştin.”

Muqedem Dilşad Mewlud wiha got: “Her îro êvarî li ser bingeha zanyariyên wird ên hewalgîrî yên leşkerî Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, toppxaneyên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li armanceke leşkerî li gundê Aşiq dan, ku tê de terorîstên DAIŞê kombibûn. Li gorî agahiyan hewlgîrî, hejmarek terorîstên DAIŞê ji Iraq û Sûriyê derbarê nakokiyên navxweyî kombibûn, û hemû amadebûyên kombûnê jinavçûn.”

 

Nûçeyên têkildar