Wezîrî gehandinê yê Iraqê: Em amade ne ji aliyê pêwendî û gehandinê alîkariya Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Gehandinê yê Hikûmeta Iraqê di serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê û civîna xwe ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand ku, wezareta wan amade ye ku hemû alîkariyekê ligel dezgehên pêwendiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet de di ware pêwendî û gehandinê de bike.
Îro danê êvarî Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kazim Hesen Elraşid Wezîrê Gehandinê yê Iraqê û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Gehandinê yê Iraqê kurteyek derbarê kar û projeyên wezareya xwe di çarçoveya Iraqê bi giştî û bi taybetî hevkarî û hevahengiya wezareta wî ligel Wezareta Veguhestin û Gehandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û amaje bi wê yekê da ku Wezareta Gehandinê ya Iraqê bername û planên wê hene di warê pêwendî û gehandina hevkarî hevahengiyekî baştir ligel dezgehên pêwendîdar û şirketên pêwendiyê û gehandinê li Herêma Kurdistanê.
Herwiha Kazim Hesen Elraşid takez kir ku, wezareta wan amade ye ku hemû alîkariyekê ligel dezgehên pêwendiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet de di ware pêwendî û gehandinê de bike.
Ji aliyê xwe ve, Serowezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku hikûmeta Kurdistanê û aliyên pêwendîdar bi kêfxweşî pêşwaziyê li her hevkarî û hevahengiyekê di navbera dezgehên warê pêwendî û gehandinê li Herêma Kurdistanê û Iraqê dike ji bo vê yekê jî amadehiya Hikûmeta Kurdistanê nîşan da.




