26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Çênabe Pêşmerge li eniyên şer xwînê birjîne û Bexda jî budceya me bibre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê îro civiyan û di wê civînê de parlamentoyê piştgirî da hikûmetê. Herwija Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, çênabe Pêşmerge li sengerên pêşiyê li cenga dijî terorê xwînê birjîne û Bexda jî bi hêcetên cuda budceya Herêma Kurdistanê bibre.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar, îro roja pêncşemiyê 14.05.2015ê li bajarê Hewlêrê, serdana parlamentoya Kurdistanê kirin û ji aliyê Yusif Mihemed serok, Cafer Îbrahîm cîgirê serok û Fexredîn Qadir sekreterê parlamentoya Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin û digel serokatî û serokên firaksiyon û komisyonên taymetmendarên parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Di destpêka civînê de, Yusif Mihemed serokê Parlamnetoyê hêvî kir ku ev civîn ji bona kodengiya niştimanî li ser pirsên taybet bi jiyana hevwelatiyên Kurdistanê pêngavek be û daxwaz ji şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku ji beşdarên civînê re behsa pêşhat û pêngavên dawiyê li ser lihevhatina nevbera Hewlêr û Bexdayê berçav bikin.

Serokwezîr ji beşdarên civînê re behsa nakokî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got: “Mixabin, Bexda hertim pirsgirêkan çê dike û her carê hêcdetekê ji bo çêkirina wan pirsgirêkan dirust dike. Em bi lihevhatinê pabendin û me  li gor wê lihevhatinê neft daye Bexdayê, lê Bexdayê budceya herêma Kurdistanê li gor lihevhaitnê nehinartiye.”

Li gor pilana hikûmeta herêma Kurdistanê bo çareserkirina vê pirsgirêkê serokwezîrê Kurdistanê got: “Li ber destê hikûmeta herêma Kurdistanê kart hene bikarbîne, lê em dixwazin şansekî bi Bexdayê bidin û bi rêya danûstandin û diyalogê wan pirsgirêkan çarser bikin.”

Di civînê de, firaksiyonên parlamentoya Kurdistanê û komisyonên peywendîdar piştevaniya xwe ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û tekîd li ser wê yekê kir ku eger hikûmeta federaliya Iraqê qanûna budceya giştiya Îraqê cîbicî neke û li gor wê qanûnê beşe budceya herêma Kudistanê nehinêre, hîngê divê hikûmeta herêma Kurdistanê biryara xwe bide û ji bo dabînkirina budceya herêma Kurdistanê li gor qanûnên parlamentoya Kurdistanê tevbigere.

Serokê parlamnrtoyê got: “Mixabin, Hikûmeta Bexdayê bi qanûna budceyê pabend nebûye. Çênabe pêşmerge li sengerên pêşiyê li cenga dijî terorê xûnê birêje û Bexda jî bi hêcetên cuda budceya herêma Kurdistanê bibre.”

Piştî civînê serokwezîr û serokê parlamentoyê di preskonferensekê de naveroka civînê ji mediyayê re eşkere kir.

 

Nûçeyên têkildar