Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê şanaziyê dike ku li hember terorîstan de xweragir bûye

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Wezîra Bergiriyê ya Holanda kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge û da zanîn ku gelê Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike li hember terorîstan de xweragir bûye.
Îro pênçşem 14.05.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Haynêz Plasxart Wezîra Bergiriya Holanda û şandekî li gel kir ku ji xanima Janêt Sêpên Balyoza Holanda li Iraq û hejmarek Şêwirmend û efserên Wezareta Bergiriya Holanda pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Wezîra Bergiriya Holanda balkişand li ser terorîstên DAIŞ û sedema yarmetîdana welatê wan ya ji bo hêzên Pêşmerge ya ji bo hebûna dijminekî hevbeş vegerand ku DAIŞ û hereşeye li ser hemû aliyek.
Herwiha sersamiya xwe jî bi hêz û îradeya Pêşmerge nîşan da û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û tîmên artêşa Holanda li meşq û rahênan û hemahengiya weşandina gurzê asmanî bi nimûneyî wesif kir.
Wezîra Bergiriya Holanda tekez li wê yekê jî kir ku hevkariyên welatê wan û hêzên hevpeymanan ya ji bo hêzên Pêşmerge berdewam dibe.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta welatê Holanda ya piştevanîkirina gelê Kurdistanê kir û hevkarîkirina ji bo rûbirûbûna DAIŞ jî bi erkekî pîroz ya hemû aliyek da zanîn ji ber ku terorîst dijî dîrok û niha û paşarojê û hemû bihayên mirovayetiyêne.
Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste li hemû rûyek ve şerê terorîstan bê kirin û şerê wan yê fikrî û aborî jî bê kirin û rê li hatin û çûna wan bê girtin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku li ruyê serbaziyê ve terorîst tûşî şikestê hatine û divê li bereya fikir û aborî ve jî tûşî şikestê bên.
Serok Barzanî balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge û da zanîn ku gelê Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike li beranber terorîstan da xweragir bûye û bergiriyê li bihayan kiriye û sedanhezar koçber jî ji hereşeya terorîstan parastiye.
Di derbarê bi qonaxa paşarojê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste xelk li wê yekê bê dilniya kirin ku li paşarojê de jî DAIŞ û hemawayên DAIŞê dûbare nebin.
Li vê hevdîtinê de Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmetê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ce'fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Ebdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê jî amade bûn.




