Serok Barzanî hêvî xwest ku gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de bigihên encamekî baş

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Neftê yê Iraqê kir û di wê hevdîrinê de hêvî xwest ku gotûbêjên li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de bigihe encamekî baş.
Îro pênçşem 14.05.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî Wezîrê Nefta Iraqê kir.
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal xistin ber behs û guftûgoyan.
Her li vê kombûnê da Wezîrê Nefta Iraqê behsa naveroka wan kêşe û giriftan kir ku li navbera Hewlêr û Bexdayê de li holê daye, bi taybetî jî li meseleya neft da.
Serok Barzanî jî spasiya Wezîrê Nefta Iraqê kir û hêvî xwest ku gotûbêjên li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de bigihe encamekî baş.




