25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsekî PDK: Rewşa Bexdayê pir xerab e..Sivkatî bi kurd û sunneyan tê kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Ev demeke ku li Bexdayê êrişî tên kirin ser sunneyan û şeva borî jî agir berdane Weqfa Sunnî û 5 mal û hejmarek otomobîlên sunneyan şewitandine. Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê jî dibêje, rewşa Bexdayê pir xerab e û ne tenê sunne, lê belê sivkatî bi kurdan jî tê kirin.

Kargêrê Liqa 5 a PDKê li Bexdayê Dr. Sebah Biryetî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rêya Kerkûk Bexdayê girtiye û bi belafirê em diçin û tên û li balafirgehê pir qelebaix e û di nava otomobîlan de sivkatî bi kurdan tê kirin û ji wan tê pirsên hûn ser bi kîja partiyêne li Herêma Kurdistanê, lewma rewşa Bexdayê pir xerab e û aramî nîne.”

Dr. Sebah Biryetî wiha got: “Niha diyardeyek peyda bûye û êrişî ser sunneyên Bexdayê zêdetri bûye. Ew jî şîeyan tohmetbar dikin. Şîe jî vê yekê red dikin.”

Biryetî wiha domand: “Her kurdek eger ji Bexdayê bê û navê wî Umer be, ji aliyê şîeyan gellek kêşe jê re derdikevin. Lewma niha kêşe bûye mezhebî û rewşa Bexdayê pir xerab e.”

Nûçeyên têkildar