26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Eger Bexda neyê rê emê rêyek din bibînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihandin, eger Bexda rêkeftina bi Hewlêrê re bicîh nehîne wê çaxê Kurdistanê dê çareyek din ji xwe re bibîne.

Civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê xilas bû.

Piştî civînê, Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser wê yekê tekez kirin ku divê Bexda pişka bûdceya Kurdistanê bide û rêkeftina bi Hewlêrê re bicîh bîne.

Nêçîrvan Barzanî û Yûsif Mihemed her wiha gotin, lê eger Bexda vê yekê neke wê çaxê Kurdistan dê çareyek din ji xwe re bibîne.

Serokwezîr Barzanî her wiha got, ji meha Nîsana îsal ve Bexda pereyê Kurdistanê kêm dike û rêkeftinê binpê dike û pereyê ku divê bide Hewlêrê nivî kiriye.

Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê. Hewlêr dibêje ev rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda pereyan yan naşîne yan jî pir kêm dişne lewma em mûçeyê fermanberên xwe nadin.

Nûçeyên têkildar