25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî diçe parlamentoyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar e Encumena Herêmî ya Petrol û Gazê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Parlmentoya Kurdistanê bike û ligel serokatiya parlamento û serokê fraksiyonan bicive.

Serokê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlmentoya Kurdistanêde, Umêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Sibe pêncşemê, saet 09:00 Encumena Herêmî ya Petrol û Gazê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Parlmentoya Kurdistanê bike û ligel serokatiya parlamento û serokê fraksiyonan û komîteya çavkaniyên xwezayî, ew jî bo gotûbêjkirina çawaniya hinardekirina petrolê û nakokiyên ligel Bexdayê.”

Umêd Xoşnaw wiha got: “Di wê civînê de, dê axaftin li ser rêkeftin û nakokiyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de were kirin. Herwiha dê daxuyaniyekê bidin parlamentoyê derbarê rêjeya petrola hinardekirî.”

Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê. Hewlêr dibêje ev rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda pereyan yan naşîne yan jî pir kêm dişne lewma em mûçeyê fermanberên xwe nadin.

Nûçeyên têkildar