Wezîrê petrolê yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike

Bexda-KDP.info- Wezîrê Petrolê yê Iraqê gehîşt Hewlêrê û biryar e ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive û derbarê pirsa petrolê û para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê jî, parlamentarekî kurd dibêje, gefên Kurdistanê wezîrê petrolê yê Iraqê tîne Hewlêrê.
Parlamenterê Kurd di komîteya mafê mirovan a Parlamentoya Bexdayê de, Dr. Erselan Nûredîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku Hikûmeta Iraqê bi kêfa xwe pareyên Kurdistanê kêm dike û dibire û Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember helwesta wê diyar kir û gef lê xwar û piştî ku Hikûmeta Kurdistanê li ser wê mijarê civiya û îro jî civînke hevbeş di navbera Hikûmeta Kurdistanê û nûnerên kurd li Bexdayê hat pêkanîn, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmhdî bilez xwe gihand Herêma Kurdistanê da ku çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.”
Parlamentera Kurd di komîteya mafê mirovan a Parlamentoya Bexdayê de, Dr. Eşwaq Caf ji malpera KDP.info re eşkere kir ku serdana Ebdulmehdî taybet e bi doseya petrolê û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê dibe.
Dr. Eşwaq Caf wiha got: “Hatina wezîrê petrolê bo wê yekê ye, ku tekez li ser rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike. Ez di wê baweiyê de em ku ew serdan dê di demeke nêzîk de be.”




