Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vegeriya Kurdistanê.
Îro danê êvarê Barzanî û şanda pê re piştî serdana xwe ya Amerîka û hinek welatên Ewropayê, vegeriya Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî bi rêya Balafirgeha Navewletî ya Hewlêrê vegeriya.
Serok Barzanî û şanda pê re ji roja 3ê Gulana îsal ve li derveyî Kurdistanê bûn. Şanda Kurdistanê serdana Amerîka, Mecaristan û Çêkê kir û bi serok û rayedarên pilebilind ên wan welatan re hevdîtin pêk anî .




