26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda pêbendî rêkeftinê nebe Hewlêr dê serbixwe petrolê bifroşe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamêkî komîteya darayî di parlamentoya Iraqê de ragihand ku, eger Hikûmeta Bexdayê berdewam de li ser binpêkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, wê demê Hewlêr bi awayekî serbixwe û rasterast biryara firoştina petrolê bide.

Serhan Silêvaneyî, Endamê Komîteya Darayî di parlamentoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên kurd li Bexdayê de biryar hat sitendin ku, Hikûmeta Bexdayê berdewam de li ser binpêkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, wê demê Hewlêr bi awayekî serbixwe û rasterast biryara firoştina petrolê bide û çavkaniyekê ji mûçeyê fermanberên xwe re bibîne.”

Hakim Serhan Silêvaneyî wiha got: “Heta niha Bexda ji me re zelal nekiriye ku sedema wê yekê çi ye ku para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê naşîne, emê di serî de nameyekê ji Bexdayê re bişşnin da ku ew nasbikin sedema wê çi ye û wê demê ku eger me nas kir ku bêencam e emê biryara xwe bidin.”

Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê. Hewlêr dibêje ev rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda pereyan yan naşîne yan jî pir kêm dişne lewma em mûçeyê fermanberên xwe nadin.

Nûçeyên têkildar