25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezê Çek: Emê hemû alîkariyan pêşkêş bikin heta gelê Kurdistanê serkeve

Çavkanî: KDP.info

Prag-KDP.info- Serok Barzanî li gel Serokomar û Serokwezîrê Komara Çek civiya û di wê civînê de her yek ji Serokomar û Serokwezîrê Komara Çek piştevaniya berdewam a welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dûpat kir û pesnê xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê kir bo gehîştin bi azadî û demokrasiyê.

Li çarçêweya serdana xwe ya fermî ya welatê Çek roja sêşemê 12.05.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Komarî ya Çek ji aliyê Milos Zeman Serok Komarê Çek ve hate pêşwaz kirin û piştî gihîştina Serok Barzanî ya Koşka Komarî, civîneke dû qolî li navbera her dû Serokan birêveçû. Piştî vê kombûnê Serok Barzanî û şanda li gel civîneke din li gel Serok Komarê Çek encam da.

Di vê kombûnê de paşaroja Iraq û Kurdistanê û her wiha şerê terorîstên DAIŞ xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Komarê Çek wê yekê dûpat kir ku welatê wan bi hemû şiyanek ve palpiştê hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê dibe.

Her wiha behsa xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadî û demokrasiyê kir. Serok Barzanî û şanda li gel ji bo firavînê li Koşka Komarî mîhvanê Serok Komarê Çek bûn.

Her li roja sêşema 12.05.2015 şanda Herêma Kurdistanê ku ji Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn serdana Wezareta Bergirî ya Komara Çek kirin û li gel Cîgirê Wezîrê Bergirî û Nûnerê Wezareta Derveyê Çek civiyan.

Di vê civînê de şanda Herêmê spasî palpiştî û hevkariyên serbazî yên Komara Çek kir û hevkarî û peywendiyên her dû aliyan jî li warên serbazî de guftûgo kirin ku çawa bikarin wan hemahengî û peywendiyan berfirehtir bikin û biryar jî dan şandekî taybetî ya Wezareta Pêşmerge li paşarojeke nêzîk de serdana Komara Çek bike.

Berî nîvroya roja çarşemê 13.05.2015 wêstgeha dawî ya serdana Komare Çek de, Serok Barzanî û şanda li gel ji aliyê Bohuslav Sobotka Serok Wezîrê Komara Çek ve hatin pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Çek hatin nirxandin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste ev peywendî bêne berfirehtir kirin.

Serokwezîrê Komara Çek eve jî dûpat kir ku welatê wan amadeye berdewam bê li piştgîrîkirina Pêşmerge û her wiha hemû hevkariyek jî ji bo wê yekê dikin ku gelê Kurdistanê ser bikevê.

Li beşekî dinê civînê de bi hurî behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha paşaroja Kurdistanê kirin û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku peywendiyên xwe li hemû qonax û rewşek de bi hêztir bikin.

Şanda li gel Serok Barzanî ji birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Derbaz Kosret Resul Wezîrê Avadankirinê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.
 

Nûçeyên têkildar