Daxuyaniya civîna hevbeş: Bexda rêkeftinê binpê bike çareyên din hene

Hewlêr-KDP.info- Piştî civîna Serowezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel nûnerên kurdan li Bexdayê daxuyaniyek hat belavkirin û tê de hat gotin ku, eger Bexda rêkeftina petrolê binpê bike, Hewlêr dê çareyên din bibîne bû peydakirina budceya Kurdistanê.
Bo zelalkirina pêşhatên dawî derbarê rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, îro danê dibehê civîneke hevbeş di navbera nûnerên Kurdistanê li Bexdayê û serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê hat lidarxistin.
Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê. Hewlêr dibêje ev rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda pereyan yan naşîne yan jî pir kêm dişne lewma em mûçeyê fermanberên xwe nadin.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniya civînê belav kir, ku ji çend xalan pêk tê û amadebûyên civîlê li ser yekdeng bûn. Ew xalane jî ev in:
1- Tevî pêbendbûn û pêgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hinardekirina rêjeya pêwîst ji petrolê li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de û yasaya budceya sala 2015an, lê mixabin li hember de Hikûmeta Iraqê heta niha wê rêkeftinê binpê dike û pereyên Herêma Kurdistanê jê re neşandiye.
Lewma jî bargiraniyeke pir mezin ketiye ser milê Kurdistanê de ji aliyê darayî ve, ew jî ji ber birîna budceya sala 2014 û şerê li dijî terorê û hebûna bêtirî milyonek û nîvê ji koçber û penaberan li Kurdistanê, ku ev hemû nehatine liberçavgirtin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.
2- Civîna îro tekez li ser berdewambûna hewlên çareserkirina nakokî û arîşeyan ligel Bexdayê bi rêya gotûbêj û danûstandinan.
3- Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend û girêdayî wê rêkeftinê û yasaya budceya Iraqê yê sala 2015an e, lê eger eger diyalog û danûstandin ligel hikûmeta Iraqê negihîştin encamekê û Hikûmeta Bexdayê her rijd bû li ser binpêkirina yasaya budceyê û pereyên Kurdistanê neşand, wê demê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî birgeya 3 ji madeya 11 ya yasaya budceya bo salal 2015an li Iraqê û li gorî yasaya hejmare 5ê sala 2013an ya Parlamentoya Kurdistanê, Hewlêr dê çareyên din bibîne bû peydakirina budceya Kurdistanê.
4- Civîn daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku li gorî bernameya xwe ya siyasî, nakokî û arîşeyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çareser bike û pêbend û girêdayî destur û yasayê be.




