101 parlemanter razîne Zaxo bibe parêzgeh

Zaxo-KDP.info- (Belê ji bo bi parêzgehbûna bajarê Zaxo) eve w diruşm e ku ev çend roj in xelkê wî bajêrî bilind dikin. Parlemanterekî Zaxoyê jî ji Fraksiyona PDKê ragihand ku, 101perlemanterên Kurdistanê îmze bo biparêzgahbûna Zaxo kirine û bi dil û bi can piştivaniyê li daxwaza xelkê Zaxo dikin.
Elî Helo, parlemanter ji Fraksiyona PDKê di perlemantoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Biparêzgahbûna Zaxo mafekî rewa yê xelkê Zaxo ye ku mezintirîn qeza Iraq û Kurdistanê ye. Em jî li ser daxwaza xelkê xwe û Serok Barzanî ku sala 2011 daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kiribû ku Zaxo bibe parêzgeh, li parlementoyê xwendina yekê bo wê pirojeyê hate kirin û bo xwendina duyem jî 101 perlemanter îmze kom kirine û bibe bi parêzgeh.”
Elî Helo wiha got: “101perlemanterên Kurdistanê îmze bo biparêzgahbûna Zaxo kirine û bi dil û bi can piştivaniyê li daxwaza xelkê Zaxo dikin.”




