Şingal- Pêşmerge û balafir nahêlin çekdarên DAIŞ derkevin

Şingal-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê dibêje, çekdarên DAIŞê li navçê pir lawaz bûne û nema wek berê ne, tevî ku hink tevgera wan heye, lê moralê wan têk çûye û nikarin xwe li ber Pêşmerge bigirin.
Emîd Izedîn Sindî, Berpirsê Eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro rewşa Şingalê aram e û tu şerek nebû, lê dengê teqeyan berdewam bû û heta radeyekê tevgera wan heye, ji ber ku li nava bajêr in û nayên xuyakirin, ku ku ji ber Pêşmerge û balafiran vedişêrin.”
Wî berpirsê eniya Şingalê wiha got: “Pêr jî çekdarêm DAIŞê çend xanî teqandin, helbet niha kêmtir xaniyan diteqînin.”
Emîd Izedîn Sindî wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeyaniya navdewletî berdewam li navendên DAIŞê didin, li her cihekî tevgera wan bi giranî li wan didin.”
Berpirsê Eniya Şingalê dibêje, çekdarên DAIŞê li navçê pir lawaz bûne û nema wek berê ne, tevî ku hink tevgera wan heye, lê moralê wan têk çûye û nikarin xwe li ber Pêşmerge bigirin.




