Çavdêrekî siyasî: Amerîka bi eşkere li pişt Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, werçerxanek di helwesta Amerîka de çêbûye li hember Herêma Kurdistanê, bi taybetî ku rasterast mame ligel Herêma Kurdistanê dike di şerê li dijî terorê de. Herwiha tekez dike ku, jibilî destkeftên leşkerî serdana Serok Barzanî destkeftên siyasî û aborî jî li pey xwe anîn.
Çavdêrê siyasî Dr. Buxarî Ebdullah ji malpera KDP.info re ragihand: “Bê guman serdana Serok Barzanî bo Amerîka dîrokî û serkeftî bû, ji ber ku werçerxanek di helwesta Amerîka de çêbûye li hember Herêma Kurdistanê, bi taybetî ku rasterast mamele ligel Herêma Kurdistanê dike di şerê li dijî terorê de û di wê derbarê de amadehiha xwe bo her awayekî ji alîkariyê nîşan daye, ji wana jî avakirina 2 lîwayên Pêşmerge bi hemû pêdviyên wan û bi çekên giran.”
Herwiha tekez dike ku, jibilî destkeftên leşkerî serdana Serok Barzanî destkeftên siyasî û aborî jî li pey xwe anîn, ji ber Amerîka girîngiyê bi ezmûna Herêma Kurdiatnê dide ku pêngavên girîng ber bi demokratiyê ve avêtiye, lewma Amerîka û welatên rojava rêz li ezmûna wê digirin.




