26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Hengariya: Em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hengariya-KDP.info- Serokwezîrê Hengariya Vîktor Orban piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê ragihand û got, Kurdistan dê di paşerojê de bikaribe roleke aktîf li deverê bilîze.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li paytexta Hengariya, Bûdapeştê bi Serokwezîrî wî welatî Vîktor Orban re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Barzanî û Orban derketin pêşberî kamerayan û li ser naveroka hevdîtin agahî dan.

Vîktor Orban li ser serxwebûna Kurdistanê got, Hengariya pişta hemû wan gelên ku ji bo serxwebûna xwe dixebitin, digire. Di wê çarçoveyê de em pişta Herêma Kurdistanê jî digirin.

Orban diyar kir ku her çiqas Herêma Kurdistanê niha serbixwe nebe jî lê di şerê terorê de nûnertiya hemû cîhanê dike û wiha axivî: “Ev e nêrîna me li ser paşeroja Kurdistanê”.

Serok Barzanî jî spasiya Hengariya kir ku alîkariyên leşkerî û mirovî daye Kurdistanê û tekestî li ser hevkariyên zêdetir di navbera her du welatan de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî got, eger Bexda bûdceya Kurdistanê nede wê çaxê emê bixwe petrola xwe bifroşin û arîşeyên xwe çareser bikin.

Nûçeyên têkildar