Serok Barzanî gihîşt welatê Hengariya

Hengariya-KDP.info- Serok Barzanî bi serdaneke fermî û li ser vexwendina welatê Hengariya gihîşt paytexta wî welatî, Bodapêstê û ji aliyê Cîgirê Wezîrê Wezîrê Derve yê Hengariya û hejmarek berpirsên din ên Wezareta Derve hat pêşwazîkirin.
Îro yekşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî û li ser vexwendina welatê Hengariya gihîşt paytexta wî welatî, Bodapêstê û ji aliyê Cîgirê Wezîrê Wezîrê Derve yê Hengariya û hejmarek berpirsên din ên Wezareta Derve hat pêşwazîkirin.
Piştî gihiştina gihştina bo bajarê Bodapêstê, Serok Barzanî şanda pê re ji aliyê Pîter Sparto Wezîrê Bergiriyê yê welatê Hengariya bo şîvekê ve hat vexwendin.
Tê zanîn ku ligel Serok Barzanî di vê serdanê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Wezîrê Avedankirinê Derbaz Kosret Resûl û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa di nava şanda Kurdistanê de ne.




