25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Adil Berwarî: Nêzîk dê encamên serdana dîrokî ya Serok Barzanî derkevin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Adil Berwarî ragihand ku ev serdana Serok Barznî bo Amerîka dîrokî bû û nêzîk jî dê encamê wê diyar bibe, herwiha kurd ji zehmetiyê derbas xelas bibin û bigihên mafê xwe.

Adil Berwarî, çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna Serok Barzanî bo Amerîka û civîna wî ligel Serokê Amerîka Barack Obama û berpirsên pilebilind ên wî welatî, dîrokî ye, ku encamên wê dê nêzîk eşkere bibin û kurd ji zehmetiyê derbas xelas bibin û bigihên mafê xwe bi awayekî dadperwer.”

Berwarî diyar jî kir ku Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî kariye bibe cihekî aram û emîn bo tevahiya pêkhatan û nêzîkî 2 milyon koçber berê xwe dane Kurdistanê, lewma hemû cîhan piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin.

Wî çavdêrê siyasî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji hemû aliyekî ve serkeftî bûye, lewma ji mafê wî ye ku bigihê armanc û daxwazên xwe.

Nûçeyên têkildar