Fazil Mîranî: PDK pêbend e bi her rêkeftinekê ligel aliyên siyasî li her parêzgehekê be

Silêmanî-KDP.info- Sekreterê Polîtbîruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî dragihand ku, PDK pêbend e bi her rêkeftinekê ligel aliyên siyasî li her parêzgehekê be.
Herdu polîtbîruyên PDK û YNKê îro li Silimanî civiyan û piştî civînê Fazil Mîranî û Mela Bextiyar Berpirsê Desteya Kargîrî ya Polîtbîruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di kongireyeke rojnamevaniyê de encamên civînê belav kirin.
Îro li bajarê Silimanî mekteb siyasiyên her du partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiyan.
Di civîna han de çend mijarên girîng yên weke şerê dijî DIŞIê, kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hatine nîqaşkirin.
Her di civînê de behsa rewşa siyasî, ewlekarî û abûrî ya Kurdistanê, peywendiyên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha peywendiyên navbera PDK û YNKê jî hatine giftûgokirin.
Sekreterê Polîtbîruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî dragihand ku, PDK pêbend e bi her rêkeftinekê ligel aliyên siyasî li her parêzgehekê be.




