Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e em hemû bi awayê tîm kar bikin

Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznaî di çarçoveya serdana xwe de bo parêzgeha Silêmaniyê, destxweşî li Parêzgarê Silêmaniyê kir ku ji dema dest bi karê xwe kiriye bi awayê tîm ligel stafa xwe kar dike. Herwiha hêvî xwest ku ew canê karkirinê di nava dan de bimîne û hemû karibin bi awayê tîm bi hev re kar bikin, da ku karibin zêdetir xizmeta vî welatî bikin.
Her di çarçoveya serdana xwe de bo bajarê Silêmaniyê de, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznaî û şanda hikûmetê ya pê re serdana avahiya parêzgeha Silêmaniyê kirin û ji aliyê parêzgar û cîgirê wî û stafa parêzgehê hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li parêzgar û cîgirê wî û stafa nû ya parêzgeha Silêmaniyê kir ji ber destbikarbûna wan. Herwiha hêvî xwest ku ew canê karkirinê di nava dan de bimîne û hemû karibin bi awayê tîm bi hev re kar bikin, da ku karibin zêdetir xizmeta vî welatî bikin.
Di beşekî din ji vê civînê de, pirsgirêkên sînorê parêzgeha Silêmanî hatin behskirin, bi taybetî ji aliyê av û kareba û projeyên ximetê de, ku çawa zêdetir xizmeta welatiyan were kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznaî di çarçoveya serdana xwe de bo parêzgeha Silêmaniyê, destxweşî li Parêzgarê Silêmaniyê kir ku ji dema dest bi karê xwe kiriye bi awayê tîm ligel stafa xwe kar dike.




