26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Digel baştirbûna rewşa êkonomî dê piroje dest bi kar bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xelkê Herêma Kurdistanê piştrast kirin ku, ev rewşa dijwar û Kirîza darayî dê derbas bibe û proje dest pê bikin.

Di çarçoveya serdanan xwe ya bo bajarê Silêmaniyê de, îro roja yekşemiyê 10.05.2015ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, ji bona ji nêzîk haydarî rewşa rêveçûna karûbarên pirojeyî bibin, serdana pirojeya çiwariyana Kobanî li bajarê Silêmaniyê kir û di axaftinekê de destxweşî li serperiştiyarên pirojeyî kir ku divê rewşa dijwara êkonomî de li ser karên xwe berdewam in.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Me bihîst ku we di vê kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê de têde derbas dibe pirojeyê xwe ranegirtiye û li ser karê xwe berdewam in. Em hatine daku sipasiya we bikin  û sipasiya wan belênderan yên ku di çêkirina piojeyî de beşdae bûne û li hember nebûna budceyê xwerragir bûne û ew yek li berçav girtiye ka hikûmeta herêma Kurdistanê di çi kirîzeke êkonomî de derbas dibe, bikim.”

Serokwezîr  di axaftina xwe de tekîd kir ku, ev rewşa êkonomî li herêma Kurdistanê heye dê bi serkeftî derbas bibe.

Li dor destpêkirina wan pirojeyên ji sedema kirîza êkonomî hatine rawestandin, serokwezîr got ku, destpêkirina pirojeyên karên xwe ragirtine peywendî bi rewşa êkonomiya hikûmeta herêma Kurdistanê ve heye û rewşa êkonomiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî peywendî bi lihevhatine navbera Hewlêr û Bexdayê ve heye.

Serokwezîr careke din tekîd kir ku, ew siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hemû pirojeyan û xerickirina miaşê karmendan siyaseteke raste û li ser rêyeke rast diçe, lê nizimbûna buhayê neftê pirsgirêk ji bo wê siyasetê çêlkirin.

Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi her awayî lêdixebite rewşa êkonomî li herêma Kurdisdtanê baştir bike û her dema rewş baştir bû hemû pirojeyên hatine rawestandin dê dest bi karên xwe bikin, lê destnîşan kirina demek diyarkirî ji bo binbirkirina wan pirsgirêkan karekî zehmete
 

Nûçeyên têkildar