Nêçîrvan Barzanî: Eger Bexda xwe bike wek muşteriyê petrolê, divê em rêkeftineke nû îmze bikin

Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku Hikûmeta Kurdistanê dixwaze rêkeftineke nû ligel Bexdayê îmze bike, ji ber ku wek ew dibêje Bexda pêbendî rêkeftina petrolê nebûye, lewma dibê çend xalên wê bên guhertin.
Dawiya sala borî, Hewlêr û Bexda li hev kirin ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike, Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Hewlêrê.
Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Silêmaniyê piştî serdana Komelgeha Bijîşkî ya Faruq ji rojnamevanan re behsa wê rêkeftinê kir û wiha gor: “Herêma Kurdistanê bi temamî pêbend û girêdayî rêkeftina xwe ye, lê Bexda ji aliyê xwe ve ew rêkeftin bi cî neaniye.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Rêkeftina me ligel Bexdayê li gorî yasaya budceya Iraqê bo sala 2015, ku em 550 hezar bermîl petrol bidin Hikûmeta Iraqê û ew jî divê budceya Herêma Kurdistanê ku trilyonek û 200 milyar dînar e, bide Hewlêrê, lê mixabin Bexda heta niha pêbendî wê rêkeftinê nebûye.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Eger Bexda dixwaze li ser bingeha wê yekê ligel me helwest bike, ku ew tenê kiryar ango muşteriyê petrolê ne, wê demê ti pirsgirêka me nîne, lê divê rêkeftina me ligel Bexda nû bikin, ji ber ku divê em hinek xalan ji wê rêkeftinê biguherin.”
Beriya niha jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû ku, eger Bexda girêdayî rêkeftina me nebe, wê demê Hikûmeta Kurdistanê dê ligel Bexdayê rûnê û rêkeftineke din ligel wê îmza bike.
Hefteya borî Bexda 543 milyar dînar ji Hewlêrê re şand, lê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin ew pere pir kêm e û gerek 800 milyar dînar li hember hinardekirina petrolê di meha Nîsanê de, şandiba.




