PDK û Tevgera Goranê li Hewlêrê civiyan

Duhî mekteba siyasî ya Partî Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Goran li mala birêz Nêçîrvan Barzanî civiyan û di daxuyaniyek a hevbeş de amaje bi wê yekê kirin ku, herdû alî hevnêrînbûn li ser amadekirina zemînsaziyê ya ji bo çareserkirin û pêşvebirina proseya siyasî li Herêma Kurdistan û Êraqê.
Di beşek din de herdû alî hevnêrînbûn li ser dariştina startîjiyek nû ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên li dverê rû didin li ser binemaya nîştimanî û netewî rû dabûn.
Ev naveroka daxuyaniye ye:
Îro di civînek hevbeş de, şandek a Tevgera Goran digel şandek a serkirdayetiya PDK`ê li Hewlêrê di atmosferekî guncaw de behsa peywendiyên dûalî û çawaniya çareserkirina astengiyên li pêşiya bi hêzkirina peywendiyên di navbera Tevgera Goran û Partî Demokrat a Kurdistanê de hat kirin.
Herdû alî hevnêrînbûn li ser amadekirina zemînsaziyê ya ji bo çareserkirina arîşeyan û pêşvebirina proseya siyasî li Herêma Kurdistan û Êraqê.
Her weha herdû alî hevnêrînbûn li ser dariştina stratîjiyek nû ya a bilez li Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên siyasî yên li Herêma Kurdistanê li ser binameyek a nîştimanî û netewî.




