Saziya GIZ 3 Navendên Pîşeyî Li Kurdistanê Dadimezrîne

Wezîrê Perwerde, Plandanan û Şewirmendê wezareta darayî ya Hikûmeta Kurdistanê bi heyeteke Rayedarên saziya GIZ ya Almanî re civiyan.
Di civîna han de ku, Konsulusê Almaniyayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû protokolek di navbera Hikûmeta Kurdistanê û saziya GIZ ya Almanî de hate îmzekirin û li gorî ev peymana han vê saziya GIZ 3 navendên pîşeyî li Dihuk, Hewlêr û Silimaniyeyê de damezrîne.
Ev navendên han dikarin 10 hezar Xwendekar bihewînin û ji 29 beşên curbicur yên pîşeyî pêk tên.
Di berdewamiya vê civîna han de Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Kurdistanê li ser navê Hikûmeta Kurdistanê spasiya saziya GIZ ya Almanî kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û karsanî pêşkêş bike.




