Serok Barzanî: Kurdistana serbixwe nêzîk e..Girêkên li pêşiya serxwebûnê maye gellekî biçûk in

Verginia-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cardin tekez li ser dewleta kurdî kir û got, Kurdistana serbixwe nêzîk e. Herwiha ragihand ku, ew girêkên ku berê li pêşiya serxwebûnê hebûn niha nemane û girêka ku mane jî pir biçûk e.
Serokê Herêma Kurdistanê îro li eyaleta Verginia ya Amerîkayê civînek ji bo kurdên wê devera Amerîkayê çêkir û li ser gellek mijarên girêdayî Kurdistanê agahî da wan.
Serok Barzanî piştî ku behsa şerê DAIŞê kir û wiha got: “Tiştek girîng heye ez dixwazin ji we re behs bikim, ew jî serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna mafekî sirûştî yê me ye. Dema kurd hatin parçekirin ti kesî ji wan nepirsî hûn çi dixwazin. Ji ber wê jî bi dirêjahiya dîrokê zilm li me hatiye kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku Parlamentoya Kurdistanê biryara referandomê daye, ne şerê DAIŞê û ne jî tiştekî din nikare pêşiya vê yekê bigire.
Mesûd Barzanî destnîşan kir ku serxwebûna Kurdistanê roj bi roj nêzîk dibe. Herwiha ragihand ku, ew girêkên ku berê li pêşiya serxwebûnê hebûn niha nemane û girêka ku mane jî pir biçûk e.
Di civînê de li kêleka Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman rûniştibûn.
Mesûd Barzanî behsa şerê DAIŞê kir û got, DAIŞ ber bi şikestinê ve diçe lê ev nayê wê wateyê ku tehdîda DAIŞê êdî nemaye.
Barzanî anî ziman ku heta niha 1200 Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bûne û 7 hezar jî birîndar bûne lê bi alîkariya balafirên şer 11 hezar çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa girtina Mûsilê jî kir û got, rizgarkirina Mûsilê ji bo Herêma Kurdistanê baş e çimkî heta DAIŞ li Mûsilê bimîne Herêma Kurdistanê dê di bin tehdîdê de be.
Li ser tevlîbûna Pêşmerge di operasyona Mûsilê de jî Barzanî got, Pêşmerge dê rola xwe di wê operasyonên de bilîze lê rewşa Mûsilê taybet e. Helbet eger rêkeftinek siyasî were kirin wê demê Pêşmerge dê bi dilgermî beşdarî şerê Mûsilê bibe.
Barzanî dilgiraniya xwe li hember wê yekê jî anî ziman ku zêdebarî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, hikûmeta Iraqê çek neda Pêşmerge lê ew çek hemû ketin destê DAIŞê û wiha axivî: “DAIŞê 1700 otomobîlên zirhî ji artêşa Malikî stand. Niha jî bi wan otomobîlan şerê Pêşmerge dikin. Jixwe herî zêde Pêşmerge ji teqandina wan otomobîlan zirar dibîne.”




