26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Ez we piştrast dikim ku emê vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew alîkariyên ku di çarçoveya şerê DAIŞê de ji Kurdistanê re hatine kirin, di asta wê tehdîdê de nînin ku DAIŞê li ser Başûrê Kurdistanê û deverê çêkiriye. Herwiha got ku, ez we piştrast dikim ku emê vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin

Îro li bajarê Silêmaniyê yekemîn festîvala fîlman a Yekitiya Ewropayê dest pê kir. Di merasîma vebûna festîvalê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Yekitiya Ewropayê û organîzatorên festîvalê kir ku festîvaleke wiha li Silêmaniyê li dar dixin.

Serokwezîr Barzanî behsa alîkariyan kir ku Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê di çarçoveya şerê DAIŞê de dane Kurdistanê û wiha axivî: “Herêma Kurdistanê bûye sitargeha zêdetirî mîlyonek û nîv penaber. Lê alîkariyên ku civaka navdewletî ji Kurdistanê re dişîne di asta wê metirî û bargiraniyê de nîne ku li ser Herêma Kurdistanê ye. Ji ber wê jî em li bendê ne alîkariyên zêdetir bên kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku şerê DAIŞê û kirîza darayî bandoreke xirab li ser çalakiyên hunerî yên Kurdistanê kiriye û wiha got: “Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê sektora hunerê jibîr nake û dê bi rêya Wezareta Rewşenbîriyê re alîkariyê wê bike. Ez we piştrast dikim ku emê vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin.”

Li gorî Serokwezîr Barzanî, lidarxistina festîvala fîlman ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve peyamek e bo terorîstan.

Li gorî plana festîvalê, ku li salona Emne Sûreke ya Silêmaniyê tê sazkirin, sibê fîlmên ku beşdarî festîvalê bûne dê bên nîşandan.

Nûçeyên têkildar