Li Naweranê ji duhî ve Pêşmerge çeperên DAIŞê agirbaran dike

Naweran-KDP.info- Berpirsê eniya Naweranê ragihand ku, ev 2 roj in ku Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî navend û çeperên DAIŞê agirbaran dikin û ziyaneke mezin gihandine wan. Herwiha tekez kir ku çekdarên DAIŞê ji tirsa Pêşmerge ditirsin derkevin derve.
Serbest Tirwanşî, Berpirsê eniya Naweranê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge duhî karîn 2 otomobîlên DAIŞê têk bibin û çend terorîstan jî bikujin. Herwiha îro jî agirbarîna ser navend û çeperên DAIŞê berdewam bû. Herwiha Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî çeperên DAIŞê bombebaran kirin û komek çekdarên wan kuştin û ziyaneke mezin gihandine wan.”
Wî berpirsê eniya Naweranê wiha got: “Terorîstên DAIŞê ji tirsa Hêzên Pêşmerge ditirsin derkevin derve. Rewşa Pêşmergeyan pir baş e û roj bi roj ber bi pêşve diçin û DAIŞê paşve dice. Wek berê çekên wan nemane. Xelkên ku di bin destê wan de dijîn nema baweriyê bi wan dikin. Kêm maye ku Pêşmerge wan bi temamî ji axa Kurdistanê derxînin.”




