25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Tikrîtê 73 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Artêşa Iraqê ragihand, li nêzîkî bajarê Tikrîtê yê Iraqê 73 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Fermandeyê hêza Operasyonên Dîcle ya artêşa Iraqê Ebdulemîr Zeydî ragihand, îro çekdarên DAIŞê êrişî bîra petrolê ya Ecîl li rojhilatê Tikrîtê kirin lê rastî bersiva hêzên iraqî hatin.

Ebdulemîr Zeydî diyar kir ku di wî şerî de 73 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên Zeydî, di wî şerî de 3 leşkerên iraqî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Wî fermandeyê leşkerî yê Iraqê ragihand ku ew bîra petrolê niha di bin kontrola hêzên iraqî de ye. 

Nûçeyên têkildar