Şingal.. Pêşmerge DAIŞ şikand

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê eşkere kir ku, îro piştî nîvro li eniya Şingalê, Hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstên DAIŞê têk birin û ziyaneke mezin gihandin wan.
Qasim Derbo, Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: Δro piştî nîvro li Şingalê terorîstên DAIŞê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û ziyaneke mezin gihandin wan.”
Qasim Derbo wiha got: “Di wî şerî de 3 terorîst hatin kuştin û 12 jî bordûmanê de hatin kuştin.”
Derbo ragihand: “Jibilî wê jî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend navendên terorîstan kirin armanca xwe û ziyaneke mezin gehandin wan.”




