26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Obama soz da ku ji bo alîkariya Pêşmerge çi ji destê wan bê dê bikin

Çavkanî: KDP.info

Amerîka –KDP.info- Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona CNN a amerîkî re ragihand ku, Serokê Amerîka Barack Obama soz da ku ji bo alîkariya Hêzên Pêşmerge çi ji destê wan bê dê bikin. Herwiha di pirsa, kengî dê xwena serxwebûnê pêk were, Serok Barzanî di bersivê de tekez kir ku, serxwebûn mafekî xwezayî ye bo neteweya kurd û ew nikare bêje îsal yan saleke din dibe.

CNN: Te her yek ji Obama û Biden û berpirsên din ên Amerîka dît. Te daxwaz ji wan kir û te pirsa çi ji wan kir?

Serok Barzanî: Min spasiya wan kir ku alîkariya me kirin û min daxwaz ji wan kir ku nexweşiya miletê me fêm bikin. Wan bi başî ji me fêm kir û soz dan bi awayekî zêdetir alîkariya me bikin.

CNN: Gelo soz dan we ku çekan zêdetir bi awayekî rasterast yan nerasterast bo kurdan dan? Ji ber ku çekên Pêşmerge li eniyên şer xerab in.

Birêz Obama gellek agahî li cem wî hebûn li ser Hêzên Pêşmerge û gellekî pesnê wan da. Herwiha soz da ku ji bo alîkariya Hêzên Pêşmerge çi ji destê wan bê dê bikin û dê çekên zêdetir bidin Pêşmerge.

CNN: Lê çek bi rêya Bexda tê şandin, ti guhertinek rû daye?

Em hez dikin ku şandina çekan bi awayekî rasterast be, lê ya herî girîng ew e ku Hêzên Pêşmerge çek werbigirin.

CNN: Ji me re bêj, niha setratîjyeta nemana DAIŞê çî ye?

Setratîjiyeta şerê li dijî DAIŞê ew e ku em divê çeperên xwe ji aliyê çek û darayî û hêzên leşkerî berfirehtir bikin.

CNN: Ti ligel wê yekê ye ku şerê rizgarkirina Mûsilê bilez were kirin?

Rizgarkirina Mûsilê pir girîng e, divê xwendineke baş û planeke serkeftî bo rizgarkirina Mûsilê were danîn. Divê xelkê Mûsilê jî hevkar bin, lê Hêzên Pêşmerge dê alîkariya wan bikin.

CNN: Kengî dê ew şer  dest pê bike?

Di van çend mehên bê de.

CNN: Bi nêrîna te, hêza te û Artêşa Iraqê û Amerîka dikarin DAIŞ jinav bibin?

Em niha jî dikarin bêjin ku em di vî şerî de serkeftî ne û 20 km çargoşe ji axa xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin.

CNN: Te behsa şer û serkeftinê kir, kengî dê xwena serxwebûnê bi dest were? Îsal yan saleke din?

Ez tenê dibêim ku serxwebûn piroseyek e û me dest pê kiriye û emê berdewam jî bin ligel wê, ji ber ku mafekî xwezayî ye bi neteweya kurd û ez nikarim bêjim îsal dibe yan saleke din, lê ez hêvîdarim ku di pêşerojeke nêzîk de be.
 

Nûçeyên têkildar