26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî hevdîtinek ligel hejmarek medyakar û rojnamevanên Amerîka saz kir

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Serok Barzanî hevdîtinek li gel hejmarek medyakar û rojnamevanên Amerîka saz kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da ajandaya serdana xwe ya Amerîka û hevdîtina li gel berpirsên bilindên Amerîka şîrove kir û her wiha behsa rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraqê û şerê terorîstên DAIŞ û serkeftinên Pêşmerge kir.

Roja înê 08.05.2015 li baregeha Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel hevdîtineke rojnamevanî li gel hejmarek medyakar û dezgehên ragihandina Amerîka saz kirin.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da ajandaya serdana xwe ya Amerîka û hevdîtina li gel berpirsên bilindên Amerîka şîrove kir û her wiha behsa rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraqê û şerê terorîstên DAIŞ û serkeftinên Pêşmerge kir.

Piştî gotara Serok Barzanî dergehek ji bo pirsiyarên rojnamevanan hate vekirin û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyaran da.

Nûçeyên têkildar