26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Pentagon: Amerîka di peydakirina çek û perwerdeya leşkerî bo Pêşmerge kêmasiyê nake

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka ragihand ku, welatê wî li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe û bo peydakirina pêdviyên Pêşmerge ji çek û perwerdeya leşkerî jî kêmasiyê nake.

Roja pênçşem 07.05.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel serdana Wezareta Bergiriya Amerîka (Pentagon)ê kirin û li gel Aşton Karter Wezîrê Bergirî û Martin Dempsî Serok Erkanê Hêzên Amerîka û Elîza Slutkîn Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Bergiriyê Amerîka kombûn.

Li vê civînê de Serokê Herêma Kurdistanê piştî pêşkêşkirina gotarek di derbarê rewşa meydaniya bereyên şerê dijî Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge û ji bo wan yarmetî û hevkariyên serbaziyên ji bo hêzên Pêşmerge dabîn kirine spasiya Hikumet û gelê Amerîkayê kir.

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Amerîka ragihand ku Hikumeta Amerîka pabende bi hevkarîkirina serbaziya Herêma Kurdistanê û ji bo dabînkirina pêdiviyên hêzên Pêşmerge li warê çek û meşq û rahênana serbazî kêmasiyê nake. Her wiha pêzanînên Hikumeta Amerîka ya ji bo wêrekî û qurbanîdana Pêşmerge dûpat kir.

Li beşekî dinê vê kombûnê da her dû alî ji bo wê asta baş a ku li hemahengiya meydaniya li navbera hêzên Kurdistanê li aliyek û ‌hêzên Amerîkî û hevpeymanan li aliyekî din li holê daye xweşhaliya xwe derbirîn.

Amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musil û hemahengiya li navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî û hevpeymanan mijareke dinê vê kombûnê bûn.

Di vê vivînê de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî û Wezîrê Avadankirinê Derbaz Kosret û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê Felah Mustefa û Nûnera Hikûmeta Herêmê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman şanda ligel Serok Barzanî bûn
 

Nûçeyên têkildar