Rojhilatê Kurdistanê.. Li Mehabadê alozî derket

Mehabad-KDP.info- Li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê li ser îdiayên destdirêjiya cinsî, gelê bajêr otelek dan ber keviran, piştre di navbera polîsan û gel de pevçûn derket.
Li Otela Tara keça bi navê Ferînaz Xusrevanî ji qata 4ê ket û jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku sedama mirina Ferinaz Husrevanî destdirêjî ye.
Bi banga hin saziyan, li ber avahiya Otela Tara bi sedan kes kom bûn û bûyer protesto kirin.
Li gorî agahiyên di medyaya civakî de hatine parvekirin, kesên ku li ber avahiya otelê kom bûyîn otel dan ber keviran û beşek a otelê şewitandin. Polîsan jî bi gaza bombeyê mudaxaleyê girseyê kir. Heta niha di encama bûyeran de çend kes bi çekan birîndar bûn û heta niha li bajêr hêj bûyer didomin.




