25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge êrişeke DAIŞê têk bir

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Lîwaya 12ê ya Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstên DAIŞê li rojavayê Şingalê têk birin û gellek kes ji wan kuştin.

Emîd Izedîn Seido, Fermandarê Lîwaya 12ê ya Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro terorîstên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li taxa Qelaya Smaîl Beg (Şingala Kevin) li rojavayê Şingalê, lê Hêzên Pêşmerge bi bççekên giran û corbicor bi tundî li wan dan û di demeke kurt de êrişa wan têk birin.”

Emîd izedîn wiha got: “Piştre balafirên hevpeymaniya navdewletî gihîştin asmanê Şingalê û bêtirî 12 navendên terorîstên DAIŞê bombebaran kirin û di wan lêdanan de bêtirî 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û bi dengê wan diyar bû ku gellek kes ji wan birîndar bûne.”
 

Nûçeyên têkildar