26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsên Amerîka bo Serok Barzanî: Em şerfmendin ku hevpemanên we ne

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Serok Barzanî û şanda pê re çendîn civîn û hevdîtinên girîng li Washingtonê pêk anîn, ku wan di civînan de piştgîrî û piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge hat dûpatkirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de û piştî civîna xwe ya li gel Serokê Amerîkayê, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden civiya.

Di civîna han de her du alî behsa çendîn mijar û babetên girîng kirin. Di civîna navbera Serok Barzanî û Biden de behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û herwiha hevkariyên siyasî, leşkerî û abûrî yên Amerîkayê ên di vê çarçoveyê de hatiye kirin û Biden tekez li ser domandina hevkariyên han kiriye.

Her di civîna han de behsa wan hevkariyên leşkerî yên bo Kurdistanê hatiye kirin ku bi hemahengiya Bexdayê bo hêzên pêşmerge û Kurdistanê tên şandin û her du alî behsa operasiyona azad kirina Mûsil û berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman bo ji nav birina terorîstên DAIŞê kiriye.

Her di civîna han de Biden tekez li ser vê yekê kiriye ku hikûmeta nû ya Iraqê bo ku serkeftî be û bikaribe bernameyên xwe yên netewî cîhbicîh bike lazime hevkarî û hemahengiya xwe ya li gel Hewlêrê zêdetir û bihêztir bike.

Herwiha Serok Barzanî û şanda pê re li avahiya Wezareta Derve ya Amerîka ligel her yek ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Tonî Bilînkin û Nûnerê taybet ê Obama bo şerê li dijî DAIŞê General Jan Elen civiya. Di herdu civînan de behsa rewşa leşkerî û mirovî û siyasî û aborî li Kurdistan û Iraqê hat kirin, herwiha behsa plan û amadekariyên şerê Mûsilê hat kirin.

Di vê civîna ku, Tonî Bilînkin ku li şûna Wezîrê Derve yê Amerîka Jone Kerry (ku li derveyî welat e) pêşwazî li Serok û şanda ligel wî kir, amaje bi qehremaniya Pêşmerge kir û got: Gellek rêz û hurmeta me ji mêrxasiya Pêşmerge re heye û em şerfmendin ku hevpemanên we ne.

Ji aliyê xwe ve, General Jan Elen ji aliyê xwe ve, bi çavekî mezin behsa rola Pêşmerge kir. Herwiha Serok Barzanî di herdu civînan de spasiya piştgiriya Amerîka bo Kurdistanê kir û pabendiya Hewlêrê bi hevpeymaniya wê ligel Amerîka diyar kir. Di vê civînê de hevahengiya leşkerî di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîka û hevpeymanan de hat nirxandin.

Herwiha duhî, Serok Barzanî û şanda pê re li Kongirêsa Amerîkayê cuda ligel Mîç MekGunl Serokê Fraksiyona Komariyan û Harî Rîd Serokê Fraksiyona Demokratan di Encûmena Pîran û serok û endamên komîteya karûbarê derve ya Encumena Pîran û serok û endamên komîteya leşkerî ya encumena Pîran civiya, ew jî bo gotûbêjkirin derbarê alîkariyên leşkerî yên Amerîka bo Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û herwiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de Serokê Kurdistanê ligel Senator Jon Mekkeyn Serokê Komîteya Karûbarê Leşkerî di Encumena Pîran û endamên komîteyê civiya. Di wê civînê de Serok Barzanî spasiya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî kir bo alkariyên wan bo Kuristanê û ew alîkarî bi girîng da zanîn.

Nûçeyên têkildar