Kurdên êzîdî, helwesta PDK bilind dinirxînin

Şingal-KDP.info- Fermandarkî Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, jibilî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ti kes û aliyekî din li kurdên êzîdî û xelkê Şingalê xwedî derneketiye, wek mînak ji di komîteya Parlamentoya Kurdistanê ya amadekirina destûr de, jibilî PDKê ti aliyekî din amade nebû ku kursiyê xwe bide kurdên êzîdî, lewma PDKê kursiyeke zwe da wan.
Qasim Şeşo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê, ji malpera KDP.info re got: “Niha rewşa Şingalê pir baş e û hemû navçên setratejîk di destê Pêşmerge de ne û li hêviya biryarê ne ku Şingal û navçeyên din rizgar bikin.”
Şeşo wiha got: “Em wek kurdên êzîdî gellekî spasiya PDK dikin, ku ji para xwe kursiyek da kurdên êzîdî. Tenê yê ku xwe li kurdên êzîdî kir xwedî, PDKê bû û her ew dibe. Eger ne ji PDKê ba niha rewşa kurdên êzîdî pir xirab ba. Aliyên din tenê fitne di nava kurdên êzîdî de derdixistin.”
Wî fermandarê Pêşmerge li Şingalê wiha domand: “Pêwîst bû aliyên siyasî yên nava parlamento rewşa kurdên êzîdî li ber çav girtibana û di komîteya destûr de beşdarkiribana, ji ber ku niha ji her demê bêtir pêwîstiya kurdên êzîdî bi aliyên siyasî heye. Hinek alî dibjin, emê vê yekê ji kurdên êzîdî re bikin û divê kar ji wan re bi vî awayî bin, lê dema kurdên êzîdî bangî wan dikin, jibilî PDK ti aliyekî din xwe li wan nake xwedî.”
Qasim Şeşo ragihand: “Niha li navçeyên azadkirî rewşa kurdên êzîdî pir baş e û berdewam xelkê wan navçeyan vedigerin ser mal û hale xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam e li ser cîbicîkirina pirojeyên xizmetkirinê.”




