Bo Adil Murad: Xelkê Kurdistanê wek te qedirnezan nebûne..Hinek kes ji xwe re dibin parêzerê dewletan

Hewlêr-KDP.info- Mehmud Mihemed, Endamê Polîburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Adil Murad Serokê Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dide û dibêje kekê Adil, partiya Barzanî gellek destkeft bo Kurd û Kurdistanê bi dest anîne û xelkê Kurdistanê jî wek tu qedirnezan nebûne. Herwiha dibêje dema PDKê û Barzanî bergirî li Kurdistanê dikirin, xelkên din li kur bûn?!.
Tekesta bersiva Mehmûd Mihemed di rûpela xwe ya Facebookê de belav kiriye û arasteyî Adid Murad kiriye:
Dewleta Kurdî û serdana Serok Barzanî destkefta xwîna şehîda û xebat û têkoşîna partî û cemawerê Kurdistanê û berxwedana Barzanî ye jî.
* Destkefta xwîna şehîdan e, ji ber ku bi hezaran zarokên Kurdistanê li herçar perçên Kurdistanê li nava PDKê wek Pêşmerge û fermander li pêşiya dijmina girtine û demê Hikûmeta Iraqê neçar kirin ku bi neçarî mafê kurdan nas bikin û piştre dîsa bi xwîn û xebata PDKê û rêbaza Barzanî di 11ê Adara sala 1970 mafê otonomiyê li Kurdistanê hat naskirin. Ew naskirina mafê kurdan piştre bo bingeh bo tevahiya gotûbêjan ligel Hikûmeta Iraqê û piştre nû partiyên din hatin nava meydana xebatê. Çawa kekê Adil Murad li wan destkeftan mukir nayê, diyar e ku ji xwe piştrast bûye ku tu bandora wî di vê meydanê de nebûye.
* Destkefta xebat û têkoşîna partî û xelkê Kurdistanê ye, ji ber ku partî bi bernameyê rêberatî û serkirdatiya cemawer kiriye û qonax li pey qonax, hikûmetên li pey hev ên Iraqê neçar kiriye ku li mafê xelkê Kurdistanê mukir bên, heta ku em gihîştine roja îro û niha Kurdistan e.
* Berxwedan û kesatiya Barzanî ye jî, ji ber ku Barzanî rêyeke netewayetî û bo serxwebûna Kurdistanê girtiye û derbarê behiskirina dewleta Kurdî dîwarê şerm û tirsê rûxand, lewma jî dema behsa navê Barzanî tê kirin, dewleta kurdî tê hizrê hemû kesî. Barzanî xwe ji xistiye xizmeta kurd û Kurdistanê û berjewendiya wan. Ma gunehê kê ye ku hinek alî û kesên din ji ber iraqbûna xwe, derfeta wan nemabe ku wek Barzanî ji bo serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdî kar bikin.
Kekê Adil û yên ku wek wî hizir dikin, wan piştrast dikim ku Serok Mesûd Barzanî û PDK hemû hewlên xwe û di nav de jî di dema serdanên xwe de, bo destkeftên taybet bikar neanîne û her ji bo berjewendî û mafê gelê Kurdistanê bikar tîne.
Serokê Herêma Kurdistanê ti demê destkeft ji bo kesê xwe nexwestiye, lê belê berdewam ji gelê xwe re dixwaze, dema ku ne serokê herêmê bû jî, serxwebûna Kurdistanê dixwest û daxwaza wê dikir û xebat jî jêre dikir. Ne veşartiye ku PDKê û Barzanî bûn ên ku ji bo beşek ji axa Kurdistanê (Kerkûk û Xaniqîn heta Şingalê) xwe kirine qurbanî.
Belê kekê Adil, partiya Barzanî gellek destkeft bo kurd û Kurdistanê bi dest aniye û xelkê kurdistanê jî ne wek te qedirnezan nebûne, lewma ew berdewam xwedî lê PDKê derdikevin û hejmara mezin a parlamenteran ji vê partiya rêbaza Barzanî ne.
Pirsiyar e û em neçar in ku bikin: Dema PDKê û Barzanî bergirî di ber Kurdistanê de dikirin, xelkê din li kur bûn?!.
Pêşmergeyên Kurdistanê bi bê înîmaya siyasî, ku berdewam tu wan ji hev cuda dike, li cem me hemû ezîz û xoşewîst in, her ji Kobanê heta Germiyan bi xwîna bi dehan fermander û bi sedan Pêşmerge… Belê DAIŞ şikandin. Her di wê demê de hinek xelk mijûlî derxistina jihevcûdakirinê û nakokiyan bûn.
Kekê Adil, diyar e helçûnên te yên berdewam rê nedane te ku bipirsî ji wan 1200 şehîdên şerê DAIŞê, çend Pêşmerge mêrxas ên PDKê û rêbaza Barzanî ne. Tevî ku em hemû şehîdên nemir wek ê xwe dizanin.
Xerîb e, ku hinek alî ji xwe re dibin parêzerê dewletan, ma Amerîka tenê haya wê ji bûyera Şingalê nîne, lê belê ji hemû tiştan haydar e, ku niha ne dema gotina wan e.
Li pêşiya wan hemû gotin û nivîsandinên pir kîne û hiqid ên kekê Adil Murad, ev pirsyar tê pêşî: Erê bi rastî ev hemû riq û kîneya Adid ji PDKê ji ber çî ye? Û jêdera wê çî ye?
Siyaset ne bi vî awayî tê kirin, em wî piştrast dikin ku tu riq û kîneya di dilê me de tune ye, ji ber ku vê gotinê bikar tînin: Dema me ji riq û kîneyê bo wan kesên ku ji me diqeherin, re tune ye, ji ber ku em mijplî xoşewîstiyê ne bo wan kesên ku kêfa wan ji me re tê.




