Rêveberê Atlentîkê: Dîrok destkeftên Barzanî nivîsandiye û parêzgariyê li wî dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê li peymangeha Konseya Atlentîkê (Atlantik Council) gotarek pêkêş kir û di wê panêlê de Serok Barzanî ragihand ku Kurdistana serbixwe bi rê de ye, lê nikare dema wê diyar bike. Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberê Atlentîkê got ku, ew destkeftên ku Serok Barzanî bi dest aniye, di dîrokê de hatine nivisandin û parêzgariyê li wî dike.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariya panêleke berfire ya peymangeha Atlantîc kir û derbarê rewşa Kurdistan, Iraq, deverê, şerê dijî DAIŞê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotarek pêşkêş kir.
Di derbarê şerê dijî terorîstên DAIŞê de Serok Barzanî got: “Terorîstên DIŞIê jiber têkçûna artêşên Sûriye û Iraqê bûn xwedan çekên gelek zêde û pêşkeftî û pişt re êrîşî bajarê Mûsilê kirin û bernameya terorîstan ew bû ku êrîşî Kurdistanê jî bikin lê hêzên pêşmerge li berdem terorîstan bû asteng û plana terorîstan pûç kirin.”
Serok Barzanî got: “Di destpêka şerê dijî terorîstên DAIŞê de du steratejiyên me hebûn û bi vê rengî me şerê dijî terorîstan kir û hevkariya hevpeymaniya cîhanî jî di vê şerê de roleke gelek girîng lîst.”
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku DAIŞ dirêjiya Qaîdeyê ye û tevgereke faşîst a terorîste û bi kiriyarên xwe îsbat kir ku li dijî mirovatî, dîrok, azadî û pêşerojê ye.
Serok Barzanî herwiha anî ziman ku em serbilindin bi vê yekê ku hêzên pêşmerge di şûna cîhanê de şerê dijî terorîstên DIŞIê dike û hêzên pêşmerge karîne estûreya bihêz bûna DIŞIê bişkînin û DAIŞ rastî wendahiyên mezin bike, lê di şerê han de jî me nêzî hezar û 200 şehîd dane û nêzî 7 hezar pêşmerge jî birîndarin û hevdem ev şerê han zerereke mezin ya malî jî bi xwe re aniye.
Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: “Em li gel hevpeymanan bi hevre nirxên mirovatî diparizin û berdewam dibin li ser şerê dijî terorîstan.”
Derbarê rewşa penaberan de jî Serok Barzanî behsa vê yekê kir ku di destpêka şerê han de li gel nunerên pêkhateyên curbicur civiyaye û ji wan re gotiye ku nabe kes hizra vê yekê bike ku dev ji welat û warê xwe berde jiber ku çarenivîsa me tevahiya bihevreye û emê li cem hevûdu li dijî terorîstan şer bikin ya em bi hevre tên kuştin anjî bi hevre di nava azadî û demokrasî de jiyaneke şerefmend bo xwe dabîn dikin.
Serok Barzanî eşkere kir ku niha zêdetir ji 1.5 miliyon penaber li Kurdistanê dene û ew yek jî di warê abûrî de bar giraniyeke mezin xistiye ser Kurdistanê lêbelê Kurdistan berdewam dibe li ser hevkarî kirina penaberan jiber ku ew yek erkê însanî û netewî yê gelê Kurd e û bo gelê Kurd cêyê serbilindiyê ye ku Kurdistan bûye wareke aram bo penaberan.
Derbarê pirsa serbixweyiya Kurdistanê de jî Serok Barzanî got: “Niha nikarim dema ragehandina serbixweyiya Kurdistanê diyar bikim lêbelê Kurdistana serbixwe di rê deye û ew yek jî bi şer nabe belku bi danûstandin dibe.”




